Kürtçe Atasözleri

H Harfindeki Atasözleri

Hec, bi qewêtîya qebûl nabê.

hac istemekle kabul olmaz

Heft sala çû sefere, vegeriya dise kere bere.

yedi yıl sefere gitti döndü aynı eşek

Ha kevir li cêr ket, ha cêr li kevir ket, ferg nakê, her wê cêr bişkihê.

ha taş çömleğe değmiş ha Çömlek taşa değmiş fark etmiyor ikisinde de çömlek kırılıyor

Ha quliya kuşt, ha kuliya kuşt wextî mir çı ferq dike.

ha çekirge öldürmüş ha hindi fark etmiyor sonuçta ölmüş

Ha siwara kuşt, ha peya kuşt.

atlılar öldürdü ha yayalar

Hesp dibezê, siwar wesfê xwe didê.

at kişniyor, binicisi böbürleniyor

Нesрe çê, êmê xwe zêde dikê.

iyi at yemini fazla yer

Hespê xelkê meydanek, nanê xelkê ro û danek.

milletin atları bir meydan dolusu kadar, ama ekinleri bir buçuk günlük

Hesp nîne, afire wê çedikê.

Atı yok ama yemliğini yapıyor

Havin hat bi xişt, payîz li ser rûnişt, çele go: 'ma te guwe xwe ji mi re hişt?'

yaz geldi xışt diye, sonbahar geldi üstüne oturdu, kış dedi ki: bana bokunu mu bıraktın

Ha şêwra jina, ha bêriya bizina.

ha kadına danışmışsın hak keçileri sağmışsın

Havin, diya feqîra ye.

yaz, fakirlerin anasıdır

Havina çol jî mêhvana dihewêne.

yazın çöl bile misafir ağırlar

Havina li xwe ke cilkê dina, zivistana li xwe ke cilkê însana.

yazın deli kıyafetlerini giy kışın insan kıyafetlerini giy

Heçî bikê zehmet, wê bixwe namet.

kim zahmet ederse nimetleri yer

Heçi bi mal a, bi xaltik û xal a.

malı olanın, teyzesi ve dayısı vardır

Heçi deviha xweyî bikê. divê derê deryê xwe bilind bikê.

Kim deve eslerse, kapısını yüksek yapmalı

Heçi deste xwe kire bin guhê xwe de, zane wê çi bêje.

Kim elini kulağına götürürse, ne söyleyeceğini bilmelidir

Heçî xafil e, kafir e.

kim hileciyse kafirdir

Heçî hespa xweyî bikê, divê afirê wa amade bikê.

Kim at beslerse, gereki yemliği hazır ola

Heçî herê himamê, divê zanibê meșa himamê bikê.

Hamama gideceksen, hamam yürüyüşünü bilmelisin

Heçî herê himamê, wê xwêhdan bidê.

Hamama giden terlemeli

Heçî herê masiya, wê qûna wa şil bibê.

Balığa gidenin götü ıslanır

Heçî hingivîn bixwê, wê mêş pey bikevin.

Bal yiyenin peşine arı düşer

Heçî lê ket, li quzê dê ket.

Kim vurduysa anasına girdi

Heçî li hespê hevala siwar e, her peya ye.

Arkadaşının atına binen hep yayan kalır

Heçî mêhvana xweyî kê, divê xaniyê xwe fereh kê.

Misafir ağırlayanın evi geniş olur

Heçî ne ji te ra, ji mi ra.

İyi şey bana, sana değil

Heçî nekê bi ya mezina, we bi serê wa ve çêbibin weke stirhê bizina.

Büyüklerin dediğini yapmayanın kafasında keçi dikeni biter

Heçî nekê bi ya șîreta, wê herê bi qebheta.

Nasihatları dinlemeyen kabahatlarla gider

Heçî nekê sebrê wê bibînê qehrê.

Sabır etmeyen, kahır görür

Heçî ne li govendê, xweş reqas e.

Halayda olmayan, hep güzel oynar

Heçî șemitî, ew șewitî.

Kim kayarsa o yanar

Heft cara mala xwe seh bike, ji nûka hevalê xwe diz bike.

Yedi kere evini izle sonra, arkadaşını suçla

Hefte piştgirêdayî ji yekî piştevala re dişixulin

Yedi sırtıbağlı bir tane sırtıboşa çalışıyor

Hîskirin ji didarîye çêtir.

Hissetmek görmekten daha iyidir

Ha kiriye, ha xwariye.

Ha yapmış ha yemiş

Hosta Necar! raze weke her car, heta sibehê mîr dimrê, dimenê evdal.

Usta marangoz, yat her zamanki gibi, sabaha kadar axa ölür, kalır kul

Hûr bajo, kûr bajo, dûr bajo, lê bila zehmet li ga nebê.

Ufak ek, derin ek, uzak ek ama öküzü yorma

Hürik e bêkêr e, gir e bexêr e.

Küçüktür işe yaramaz, büyüktür hayırsızdır

Hînbuyî ji harbûyiya xirabtir in.

Alışmış kudurmuştan beter

Hindik bide ber dasê, da ti nemênê asê.

Orağın ağzına az al ki sen aside kalma

Hindikê rindik, çêtir e ji gelekê belek.

Az güzel çok alacadan güzeldir belek:siyah-beyaz, alaca

Hindir bi qurbana ji derve bê.

İçeri dışarının kurbanı olsun

Hinek dikin hinek dixwin.

Bazıları yapar bazıları yer

Hingivê debeye di eyarê kûçikdaye.

Süzme baldır ama it postu içindedir.

Hinbûn, deryake bêsinor e, nehinbin, mirov çavkor e.

Öğrenmek sınırsız deniz gibidir, öğrenmemek kör insandır

Heyfa tava heyvê ku şevreş li pey tê.

Ayın ışığına yazıktır ki karanlık akşam peşinden geliyor

Hejêkirina dila, di dana destêr re xuya ye.

Kalpteki sevgi, değirmen taşını vermekle belli olur

Hejêkirina te, ya dadika hirçê ye.

Senin sevgin ayının bakıcılığıdır

Heke ti nezanî, pirsa xwe bike ji cîranî.

Eğer bilmiyorsan komşunla danış

Helaw şîrîn e, Kurmancî din e.

Helva tatlıdır kürtçe delidir

Hêlîna teyrê kûr li azmana çêdikê.

Kör kuşun yuvası gökyüzünde yapılır

Heyfa ciwantîyê, mixabin pîrti li pey tê.

Gençliğe yazık,üzgünüm ki yaşlılık peşindedir

Hewi kirase hesin e, li ber min e.

umut demir elbisedir yanımdadır

Hewi, hewiya xweşik dikin.

Umut, güzel umudu umutlar

Hem diz e, hem şêr e.

Hem hırsızdır hem aslan

Hem ji dêrê jî bû, hem ji mizgeftê ji bû.

Hem kiliseden oldu hem de camiden oldu

Hemû çêlek têne dohtin, lê hemû xeber nayêne gotin.

Tüm inekler sağılır ama tüm söylenecekler söylenmez

Hevîrê bêav di zikê me de çêdike.

Sussuz hamuru karnımızda yapıyor

Hemû dewlet çêbûne ji tifaqê, bêdewletî çêbûye ji nîfaqê.

Tüm devletler beladan oluşmuştur, devletsizlik nifaktan oluşmuştur

Hemû jin, jin bûna, hemû dar hirmî bûna, kî wê hewceyî kê bûna?

Tüm kadınlar kadın olsaydı, tüm ağaçlar armut olsaydı, kim kime muhtaç olurdu

Hincetê baranê ewr û ba ne, hincetê mirinê ta ne.

Yağmurun bahanesi buluttur, ölümün bahanesi ateştir

Hevalê qijikê nikil bi rêx e.

Karganın arkadaşı tezek pençelidir

Hevale ketiya nînin.

Düşenin dostu yoktur

Her alimek bi alemekê ye.

Her alim bir alemdir

Her bêje, guhê kerê mi dirêj e.

Hep söyle eşşeğimin kulağı uzundur

Her berxik diçê ber maka xwe.

Her kuzu annesine gider

Here cem wî kesî ku te bigiriyênê, neçe ba wî kesi ku te bikenênê.

Seni ağlatanın yanına git, seni güldürenin yanına gitme/dost acı söyler anlamında

Here ser heft hewiya, neçe ser di sêwiya.

Yedi kumanın üstüne git iki yetimin üstüne gitme

Her kes, bi îşê xwe zanê.

Her kes kendi işini bilir

Hevalê hevala hene, lê malê wa ne li cem hev in.

Arkadaşın arkadaşı vardır ama evleri yan yana değildir

Hevalê jina, pişt bi toz in.

Kadınların arkadaşları sırtı tozludur

Her kes, ji aqlê xwe razî ye.

Her kes aklından razıdır

Her kes karê herê himamê, lê divê zanibê meşa himamê.

Her kes hamama gidebilir, gereki hamamın yürüyüşünü bilmelidir

Her kes li ser miriyê xwe digiri.

Her kes kendi ölüsüne ağlar

Her kezîzerekê, simbêlsorek di ber de ye.

Her sarı örgülünün yanında bir kırmızı bıyıklı vardır

Her roj qurmik li ber avê nayên.

Her gün sudan kütük gelmez

Her serjêreke berjorêke wê heye.

Her inişin bir yokuşu vardır

Her tengahîyekê ferehîyek li dûv tê.

Her huzursuzluğun ardından bir ferahlık gelir

Heta yek mirinê nebînê, ber bi tayê nayê.

Ölümü görmeyen birisi sekeratı görmez

Her tişt ji ziravî dişkihin, lê însan ji stûr dişkihin.

Her şey incelikten kırılır, insan kabalıktan kırılır

Hesine ko bişixulê zincar nagrê.

Çalışan demir pas tutmaz

Hesinekî bê asas; ne dibê tevir, ne dibê das.

Temeli olmayan demir, ne kazma olur ne orak

Heta yek li ser desta nemeșê bi qîmetê linga nizanê.

Elle yürümeyen birisi ayakların kıymetini bilemez

Hesin siqa dibê, lê mêr siqa nabin.

Demir bilenir erkek bilenmez

Hesabê malê li sûkê dernakevê.

Evdeki hesap çarşıya uymaz

Heta bêjin: 'rovî ye', pişta wiye bişkihe.

Bu tilkidir diyene kadar sırtı kırılır

Heta ew aş e, ti ji qeraş î.

Bu değirmen olduğu sürece sen de değirmencisin

Heta ti dostê xwe neceribênê, lê ewle nebe.

Dostunu sınamadan güvenme

Heta newê serê wî, nayê bîra wî.

Onun başına gelmeden hatırlamaz

Heta ti û jin emreki bi hev re derbas nekin, wesfê jinê nede.

Sen le kadın bir ömür yaşamadıkça kadını övme

Heta mi xwe nas kir, mi emrê xwe xilas kir.

Kendimi bilene kadar ömrüm bitti

Heta mirinê çav î li kirinê.

Ölünceye kadar çalış

Heta nebê qal, nabê mal.

Yaşlanmadıkça malın olmaz

Heta nîvro sar e, ji nîvro û pê de êvar e.

Öğlene kadar soğuktur öğleden sonra da akşamdır

Heta rasti geriha, virê cihê xwe girt.

Gerçek ortaya çıkana kadar yalan toplumda yerleşir

Heta ti û yek kîlokik xwê bi hev re nexwin, ti wi qenc nas nake.

Sen ve başka biri beraber bir kilo tuz yemedikçe o iyidir deme

Heta ti xeber nedê, xeber êsîrê te ye lê ko te xeber da, ti dibê êsîrê xebera xwe.

Sen sözünü söylemedikçe söz senin eserindir, söyledikten sonra sen sözün eseri olursun

Hechecîkê silava li hecêk

Ey kırlangıç hacca selam söyle.

Heft çîrokên hirçe hene, her heft jî li ser hirmiyene.

Ayının bildiği yedi hikaye, yedisi de armut üstüne.

Helaw ji şîrêzê çênabe

Zamk’tan helva yapılmaz

Hem serê xwe dişkîne hem jî xercê xwe dide.

Hem başını kırdırıyor, hem de vergisini ödüyor

Hêştir radibin hev, hêstir û ker bin lingên wan de diçin.

Develer dövüşünce katırlarla eşekler tekmeleri altında ezilirler.

Here miletan, bigre adetan.

Uluslara git, gelenekler öğren.

Her şêrek bi lepê xwê ye.

Her aslan kendi pençesiyle.

Herçi jar e, li havînê jî sar e.

Kim ki zayıftır yazın bile üşür.

Heya tu cehnemê nebînî bihuşt bi te xweş nabe.

Cehennemi görmeyene dek cennet sana tatlı gelmez.

Hûrik hûrik dagir tûrik.

Ufak ufak doldur dağarcığını.