Kürtçe Atasözleri

K Harfindeki Atasözleri

Ka ne ya te ye, ma kadîn jî ne ya te ye?

Saman senin değil peki samanlık ta mı senin değil

Kar nane pehti ye, mirov here kude di bin çenge mirov de ye.

İş pişmiş ekmek gibidir, insan nereye giderse koltuk altındadır

Kar û xisar birayê hev in.

Kar ve zarar kardeşti

Karê dinê, tim bi dor e.

Dünyanın işleri sırayladır

Karê xwe bi xelkê ke, kezeba xwe bi xwe ke.

İşini elaleme yaptır, yüreğini kendin yap

Karê xwe bike ji asas, da dil nekê wasewas.

İşini aslıyla yap, kalbin vesvese yapmasın

Kê dinya dohte kirî û firotî.

Kim dünyayı sağmış, satın almış ve satmış ki

Kebanî yan zalim e, yan mezlum e.

Ev hanımı ya zalimdir ya da mazlumdur

Keç teşîya dayikê dirêşe, kur kevanê bavê dikêşê.

Kız annesinin kirmenini çeker, erkek babasının yayını çeker

Keça mi ez ji te re dibêjim, bûka mi ti fhem bike!

Kızım sana söylüyorum gelinim sen anla

Keçê axan e, serkile keran e, qelene wa giran e.

Ağanın kızıdır, eşşeğin pisliğidir, başlık parası ağırdır

Keçelo navê mi li te, kumê mi li serê te.

Kel ismim ismine, külahım kafanda

Keçik kirase hesin in.

Kızlar demir elbisedir

Keçik rêwinda ne.

Kızlar yol bilmezler

Keda helal dibe mêt ji naqetihe.

Helal emek leş olsada bitmez

Kehni ku bimênê bê xweyî wê çikihê.

Çeşme sahipsiz kalırsa ne yapar

Kehniya ku te av jê vexwar, kevira neaveje te de.

Su içtiğin çeşmeye taş atma

Ker bi nefs ê, çengek ceh jê re bes e.

Eşşek nefislidir, birazcık arpaya da yeter

Ker, ker e ku li cihekî kete heriyê de, îdi di wê derê re naçe.

Eşşek eşşektir ama çamura battığı yerden bir daha geçmez

Ker, ker e ku ti najo narê.

Eşşek eşşektir, sen sürmesen gitmez

Kera barê te ne li pişta wê ye, çima ti dajo?

Yükünü yüklemediğin eşşeği niye sürüyorsun

Kera kesî neke çalê de, da kesek kera te jî neke çale de.

Kimsenin eşşeğini kuyuya atma ki kimse eşşeğini kuyuya atmasın

Kera li ba kera girê nedin; yan wê ji hev tirek bibin, yan wê zirek bibin.

Eşşekleri yan yana bağlamayın ya birbirinden osurukçu olur ya da ahmak olur

Kera mirov, ji hespe xelkê çêtir e.

Kendi eşşeğin elalemin atından iyidir

Kera nebne cem mehîna, da jev neelimine tir û pehîna.

Eşşeği kısrağın yanına götürmeyin birbirinden öğrenmesin tekme ve osuruğu

Kerê mirî, ji gur natirsihê.

Ölü eşşek kurttan korkmaz

Kereng çêdibin li kaşa, dibine xwarina ker û cehşa, lê ti çi dikê li ber deryê mîr û paşa?

Yokuşlarda kenger yetişir, eşşek ve spanın yemeği olur, sen ne yapıyorsun bir ve paşaların kapısında

Kero mêhvanê hero.

Eşşek, hergünün misafiri

Kero nemre hîmara, heta çaxê qîfara.

Eşşek ölme, diken otu yeşerene kadar

Kes nakevê gorna kesi de.

Kimse kimsenin kabrine girmez

Kes, aqlê xwe nadê bi yê keseki.

Kimse aklını başkasının aklına değişmez

Kesê bikê di jin, an divê barek perê wî hebin, yan barek virê wî hebin.

İki karısı olanın ya çok parası olacak ya da çok yalan söyleyecek

Kesê bikê zehmet, wê bixwê namet.

Zahmet eden, nimeti yer

Kesê ku bexte wî yar e, başî li pey wî dibare.

Bahtı yar olanın peşinde iyilik yağar

Kesê mino, destê mino.

Benim şahsım benim elim

Kesê nekevê ranabê.

Kimse düşmeden kalkmaz

Kesek bi goşte ber dirana têr naxwê.

Kimse dişlerin arasındaki etle doymaz

Kes Bi xwezîya desta nagije baqê kezîya

Keşke ile kimsenin eli saç örgüsü demetine yetişmez

Kesek ji bona xêrê naçê dêrê.

Kimse hayır için kiliseye gitmez

Kesî mala gerhoka nedîtiye.

Kimse sürekli gezen birinin evini görmemiştir

Kesî nedîtiye qijik bûye mêrê kevokê.

Kimse görmemiştir karganın güvercinin kocası olduğunu

Kevir avête sîtilê, ha şkestiya, ha kopiya.

Kazana taş atıldıktan sonra, ha kırılmış ha yamulmuş

Kevir di cihê xwe de giran e.

Taş yerinde ağırdır

Kevirekî neavêje se yê xwe, da xelk jî kevira neavêjinê de.

Köpeğine taş atma ki, elalem de sana taş atamasın

Kevrê feqîra, li pişta guhê wê dikevê.

Fakirlerin taşı, kulağının arkasına değer

Kevrê giran di cihê xwe de baş e.

Ağır taş yerinde güzeldir

Kevrê havîna, bavêjine kadîna.

Yaz ayının taşını samanlıklara atın

Kevre sist bi xweyiyê xwe de dikeve.

Gevşek taş sahibine düşer

Kevrê vehimandî ji yê danî çêtir e.

Örülü taş yerdeki taştan yararlıdır

Kevrê xayîna li pişt pehniya wê ye.

Hainlerin taşı arkalarından gelir

Kew baş e, bi rêfe xwe re.

Keklik sürüsüyle iyidir

Kew li pilindêr ket.

Keklik av sopasına düştü

Kî şemiti, ew şewiti.

Kim kaydıysa o yandı

Kî wefa ye, ew bav û bira ye.

Kim vefaysa o babası ve kardeşidir

Kiso bi weqî û mêzine xwe.

Kaplumbağa ağır ve büyüktür

Kitik ne li mal e, mişk Evdirhman e.

Kedi evde olmadığında fare Abdurrahmandır

Kivroşk dibezê, dibêjê: Allah, Xwedê! Tajî jî dibezê, dibêjê: Allah, Xwedê!

Tavşan da bağırır Tanrı Allah’tır, tazı da bağırır Tanrı Allah’tır diye

Ku agir derket, ter û hişk bi hev re dişewitin.

Yangın çıktı, yaş ve kuru beraber yandı

Ku av da bi serî, çi bihostek û çi çar telî.

Su kafaya yetişirse, ha bir karış ha dört parmak ıslanmış

Ko belayek hate serê te, pirsa xwe bi mezina bike, ko mezin nebin, here pişta xwe bide kevirekî mezin.

Başına bir bela gelirse gir büyüklerinle danış, büyüklerin yoksa git sırtını taşa ver

Ko bi kêfa kerê bana, kurtan li xwe nedikir.

Eşeğin keyfine göre olsaydı, semer giymezdi

Ko biçûk ji te hez bikin, mezin jî ji te hez dikin.

Küçükler seni severse, büyükler de seni sever

Ko der ava bûn, zû hernê de, lê ku der xira bûn zû jê herin.

Bir yer yapılmışsa çabuk git, o yer bozuksa çabuk uzaklaş

Ko devê te tijî xwîn bê, ji pêş xelkê ve nerijêne.

Ağzın dolu kan olsa da elalemin arkasından dökme

Ko dijmin bibne nanê şkeva yê genimî jî, nekne paşla xwe de.

Düşman buğday lavaşı olsa da, koynuna koyma

Ko dijminê te mîrok jî bê, hesabê xwe jê bike.

Düşmanın karınca da olsa hesabını yap

Ko dil hebê, rê zehf e.

Gönül varsa, yol çoktur

Ko dit ez im, ko nedît diz im.

Görürse benim, görmezse hırsızım

Ko ecelê bizinê tê, diçê nanê şivên dixwe.

Keçinin eceli gelirse gidip çobanın yemeğini yer

Ko ga ket, kêr zehf in.

Öküz düştüğünde, bıçak çok olur

Ko gur pîr dibin, dibine pêkenê sa.

Kurt yaşlanınca köpeklerin maskarası olur

Ko li kîvroşkê qewimî, beza têji dike.

Tavşanın başına ne gelirse tazıya koşar

Ko mezin nebêjin li ara, zarok nabêjin li ber dîwara.

Büyükler aralarda konuşmazsa, çocuklar sokaklarda konuşmaz

Ko min zanî bana eze kengî mirim, minê kefen û tirba xwe hazir kiribana.

Ben ne zaman öleceğimi bilseydim, kefenimi ve mezarımı hazırlardım

Ko sa hestuwa dixwin, hesabê qûna xwe dikin.

Köpek kemik yediğinde götünün hesabını verir

Ko şirikat baş bana, wê Xwede şirik jixwe re çekiribana.

Ortaklık iyi olsaydı Allah kendine ortak yapardı

Ko te girt bernede ko te berda pey nekeve.

Tuttuysan bırakma, bıraktıysan peşine düşme

Ko te gunehek kir, bila hêjabê ezabê qebrê.

Yaptığın günah cehenneme değsin

Ko te mêr kuştin, wa nehêle neveşarti.

Adam öldürdüysen, açıkta bırakma

Ko ti çûyî malekê, biçûk ji te hez bikin, mezin jî ji te hez dikin.

Gittiğin evde küçükler de seni sevsin, büyükler de sevsin

Ko ti nanê kê bixwê, tê şûrê wa bikşênê.

Kimin ekmeğini yersen onun kılıcını çekersin

Ko ti nexwazê yekî bibînê, deyneki pê re bike.

Birini görmek istemiyorsan borç ver

Ko ti sîr û pîvaza nexwe, bêhna wa ji devê te nayê.

Sarımsak ve soğanı yemezsen kokusu senden gelmez

Ko ti teyr ji bê, ez erd im.

Sen kuşsan ben yeryüzüyüm

Ko ti yeke tehl nequrpênê, tê nikaribê yeke şirin jî biqurpêne.

Acıyı yutmazsan, tatlıyı da yutamazsın

Ko tirs li heywana dibê, xwe li însana digrin, lê ko tirs li insana dibê, xwe li çiya digrin.

Hayvanlar korktuğunda insana sığınır, insanlar korktuğunda dağa sığınır

Ko We sebeş û petîx xwarin, bi qaşûlê wa de nemîzin.

Karpuz ve kavunu yedikten sonra kabuğuna işeme

Ko xêr barîn, guwê feqira hat.

Hayır yağdığında fakirin boku geliyordu

Ko Xwedê da, nabeje ti kurê kê yî.

Allah verdiğinde, deme bu kimin oğludur

Ko yek mirinê nebînê ber bi tayê nayê.

Ölüme yaklaşmayan, sekerata girmez

Koçka mehvana çil gav e, lê bê nan û bê av e.

Misafirin göç yeri kırk adımlıktır, aç ve susuzdur

Korbûna mirova ji nedîtina wi dest pe dikê.

İnsanın körlüğü, görmemezliğinden başlar

Kumê rasta, her xwehr e.

Doğrunun külahı hep yamuktur

Kurdiya şaş çêtir e ji zimane di baş.

Yanlış Kürtçe, iki dilin karışığından iyidir

Kure jinebiya, jê neke ti heviya.

Dulun çocuklarından umut bekleme

Kurmanc ter e, xew je re xer e.

Kürt toksa, uyku ona hayırlıdır

Kurme darê ji darê ye.

Ağacın kurdu ağaçtandır

Kaniya ku tu avê jê vexwî kevira na avêjê.

Su içtiğin kaynağa taş atma

Karê ne ji min re bayê wê di ser min re.

Benim olmayan işin yeli üzerimden geçsin

Keça mîran bi qelenê gavana nayê.

Sığırtmaç başlığıyla bey kızı alınamaz

Keça gan nîşandayê diran.

Gönlü olan kız gülümser

Keçkê bêbav çîyayê bêav.

Babasız kız susuz dağ gibidir

Keda helal dibe mû naqete, keda heram bibe werîs jî diqete.

Helal ekmek kıl olsa kopmaz, haram ekmek halat da olsa kopar

Kihêl di bin mêrxasan de dibezin.

Küheylan at, yiğitlerin altında koşar.

Kor çilo li Xwedê dinêre, Xwedê jî werge le dinêre.

Kör Allah'a nasıl bakarsa, Allah da ona öyle bakar.

Ku kela şorbê çû buhayê heskê pere nake.

Çorba taşarsa kepçenin değeri para etmez.

Ku agir li çiyê ket, ter û hişk tev de dişewitin.

Ateş dağı sarınca, yaş kuru, her şey yanar.

Kumê rasta tim qetyayîye.

Doğru kişinin külahı hep yırtıktır.

Kurmê şîrî heta pîrî.

Ana sütündeki kurt ölüme kadar.

Kûçik ji kê bitirse bi wî alî direye.

Köpek korktuğu yana havlar.

Kero nemre bihar hat.

Eşek ölme, bahar geliyor.

Kere reş xwe spi dıbine.

Kara eşek kendini ak görür.

Kevir çiqasî jî di avê de bimîne, dîsa nerm nabe.

Taş ne kadar suda kalsa da, yine de yumuşamaz.

Kırinek ji hezar gotinan çêtir e.

Bir eylem, binlerce söyleyişten iyidir.

Ki tî be nan û av, ki têrbe dîl'da yâr dîxwaze.

Aç olan aş, tok olan aşk ister.

Ku deng bi tasê ket, çî rast û çi derew wek heve.

Kaseden ses çıktı mı, yalan da olsa doğru da olsa aynı şeydir.

Ku nanê mirov di turikê hevandebî, mirov biminet dixwe.

İnsanın ekmeği bohçasında oldu mu, minnetsiz yer.

Kûçik bi kurman namirin.

Köpekler kurttan (böcek kurt) ölmez.

Kuçik kuçikê meye li ber dere xelkê diewtê.

Köpek bizim köpek ama başkasının kapısında havlıyor.